Salih Mûslîm hevserokê berê yê PYD li Çek hate desteserkirin

PeyamaKurd- Çapemeniya Tirkiyê radighîne, ku Salih Mûslîm hevserokê berê yê PYD li paytexta Çek li Prag’ê hatiye desteserkirin. Wek Ajansa Anodoliyê belav kiriye, Salih Mûslîm xwestiye li Prag beşdariya Konferansekî bibe, lê berî beşdarbunê hatiye desteserkirin.

Tirkiyê sala 2016’de li dijiyê S. Mûslîm bûltena sor derxistibu û dixwest wî bide girtin. Lê ji aliyê din, navê Mûslîm di listeya teror ya Pentagon jî derbaz dibe.

Li ser mijara desteserkirina S. Mûslîm medya ser bi PYD ragihand, ku S. Mûslîm li ser daxwaza Tirkiyê hatiye desteserkirin.

Aliyên pêwendîdar li Çek dibêjin, wê Dadgeh biryar bide, ka ew S. Mûslîm radestê Tirkiyê dikin yan na.


Ev nivîs 210806 car hatiye xwendin.