Şanda ENKS: Helwesta Rûsan pozîtîv bû

PeyamaKurd -  Şanda Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji Kamiran Haco û Brahîm Biro pêk dihat îro 18ê Kanûnê li Moskowê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov û şanderê taybet ê serokê Rûsyayê re civiyan.

Kamiran Haco piştî civîna ligel Bogdanov ji Peyama Kurd re ragihand ku di civîna wan a Moskowê de Cîgirê Wezîrê Derve Mihail Bogdanov û şanderê taybet ê Serokê Rûsyayê amadehî kirine, civîn bi giştî pozîtîv derbas bûye û Rûsan piştgiriya xwe ya bo mafên Kurdan di dahatuya Sûriyê de diyar kirine.

Kamiran Haco li ser naveroka hevdîtinê eşkere kir ku li ser çend xalan di civînê de gotûbêj hatiye kirin ku yek ji wan xalan, avakirina komîteya destûrê û proseya nivîsandina destûrê bû ku ew xal gelekî girîng in.

Haco herwiha daxuyakirin ku wan ji Rûsyayê daxwaz kiriye mafên Kurdan di Sûriya nû de were misogerkirin û heyeta Rûsan jî dilxwaziya xwe bo vê daxwaza wan aniye ziman û helwesta wan pozîtîv bû.

Haco bal kişand ser ku cara yekem ew ji rayedarên Rûsan dibihîzin ku dibêjin, wê destura nû û komîteyên destûrê ne li ser dengdan û hejmara zêde ya hin pêkhateyan be, li ser lihevkirinê giştî û beşdariya hemû pêkhateyan ku Kurd jî tê de ne were çêkirin.

Haco li ser daxuyaniyên Rûsyayê yên dijberiya ‘dewleteke kurdî li Sûriyê’ jî got, ‘Rayedarên Rûsî ji me re gotin em ne li dijî mafên Kurdan in.’

Rêveberê ENKSê Haco diyar kir ku wan ji Rûsyayê daxwaz kiriye, proseya nivîsandin û komîteyên destûrê ku ji aliye rejîma Sûriyê ve tê derengxistin, ji nû ve çalak bibe û giraniya xwe deynin ser hikûmeta Sûriyê.

Kamiran Haco herwiha li ser gefên operasyonê ser Rojhilatê Firatê jî got ku ew mijar jî hatiye rojeva civînê û rayedarên Rûsyayê dane xuyakirin ku ew li dijî şerekî nû ne li Sûriyê.


Ev nivîs 210855 car hatiye xwendin.