Şanda Kurdistanê li Efrînê daxuyanî da

Heyeta Parlamantoya Kurdistanê ku duhî derbasî Rojaya Kurdistanê bibû derheqê Efrîn û rewşa wir de daxuyaniyek da dezgehên ragihandinê. 

Heyetê da zanîn ew dê ji bo çareseriyê hewl bidin ku rêyên dîplomatîk û mirovî vekin. Herwiha Heyetê got:” Em pabend in ku piştgiriyê bidin mafên mirovan li Bakurê Sûriyeyê. Ji ber ku tiştên Tirkiye li Efrînê dike, li dijî hemû qanûn, binpêkirina îradeya gelan û mafên mirovan e.”

Şanda ku ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê bû li ber avahiya navenda rêveberiya Kantona Efrînê civîneke bo dezgehên ragihandinê lidar xist. Di şanda Paralamentoya Herêma Kurdistanê de Elî Halo ji Partiya Demokratîk a Kurdistanê, Şêrko Heme Sekreterê Goranê, Ebas Fetah ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û herwiha Sehrab Mîkaîl ji Yekgirtûya Îslamî pêk tê.

Endamên Şandeyê ku hemû parlamanterên partiyên xwe ne şevîdî bişev gihiştibûn Efrînê û li wir çavderiyên derheqê civakê û rewşa siyasî kiribûn.

 

 


Ev nivîs 210802 car hatiye xwendin.