Sefîn Dizeyî, Kombunên ser Bûtçeya Kurdistanê berdewam dibin
PeyamaKurd-Berdevkê Hikûmeta Herêmî Kurdistanê Sefîn Dizeyî, îro di preskonferansa rojnamevaniyê de ragihand, ku wan îro kombunek şêwirmendî, di navbera wezîrên Hikûmeta Kurdistanê, Parlamentarên Kurdistan û hijmarek ji Parlamentarên Bexdayê pêkanîne.
Sefîn Dizeyî derbareya kombuna pêkhatî de got, ku wan kombunek şêwirmendî pêkanîne û destnişan kir, ku hemu parlamenterên Kurd jibona pejirandina beşê budceya Herêma Kurdistanê bi erkên xwe rabune û jibona Hewldanên wan sipasî hatiye kirin.
Herweha Dizeyî ragihand, ku wê di rojên nêzîk de, civînên din derbareya kêmkirina bûtçeya Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê de bêne lidarxistin.
Ev nivîs 210795 car hatiye xwendin.