Sekreterê Giştî Jens Stoltenberg, Em li Iraqê dimînin

Jens Stoltenberg, seredana xwe ya li Bexdayê ragihand, ku ew li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê Ebadî, ango bi rizamendiya Iraqê li wî welatî ne.

PeyamaKurd-Wek tê zanîn, berî nuha bi demekî kûrt wezîrê derve yê Iraqê Îbrahîm El Caferî di çarçeweya seredana xwe li Rusyayê ji çapemeniyê re ragihandibû, ku ew qebul nakin Amerika binkeyên leşkerî li Iraq ava bike û herdem li Iraqê bimîne.

Usa diyare daxwiyaniya Îbrahîm El Caferî buye sedema giftûgoyêk, ji ber wî NATO statuya xwe li Iraqê zelal dike.

Sekreterê Giştî Jens Stoltenberg, seredana xwe ya li Bexdayê ragihand, ku ew li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê Ebadî, ango bi rizamendiya Iraqê li wî welatî ne.

Herweha Jens Stoltenberg got, hêzên 19 welatên NATO’yê li Iraqê da ne. Ew hêzên Iraqî perwerde dikin. Bi taybet di warê pûçkirina bombeyan û di warê perwerdeya pizişkiya leşkerî de karê xwe dikin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Jens Stoltenberg got, ku xebata Perwerdeya NATO’yê di çarçeweya Leşkerî de namîne û perwerdeya wan bi avakirina medrese û damezrandina dezgehên sivîl berdewame.


Ev nivîs 210777 car hatiye xwendin.