Selahattin Demirtaş, Öcalan Ferman nedaye me...
Selahattin Demirtaş; „Birêz Ocalan tu caran di derbarê karê me de ferman nedaye min û partiyê. Lê hukumetê daxûyaniyên xwe wek fermana Ocalan ji me re dida nîşandan.“
PeyamaKurd- Wek tê zanîn Selahattin Demirtaş dadgehê de işaret dabu ser hinek babetan, ku bun sedema hinek spekûlasyonan. Wek ew dibeje; jibona ku ew bi xeletî neyê fêmkirin daxûyaniyek belav kir.
Wek tê zanîn Demirtaş di dadgehê de gotibû, wan wek HDP biryar girtibu, ku di referanduma sala 2010ê jibo guhertina destûra bingehîn de beşdarî nekin û referandumê boykoy bikin. Lê ev helwesta HDP ji aliyê Öcalan nehaytiye qebul kirin.
Ji aliyê din, Demirtaş gotibu ku dema ew bu namzetê serokkomarî ya Tirkiyê di sala 2014ê de, Erdogan cardin bi rêya Ocalan zext lê kiriye ku ew xwe ji namzetiyê vekişe. Yanî Erdogan û hukumetê bi rêya Ocalan zext li Demirtaş kirine.
Daxwiyaniya ku Demirtaş belav kiriye, tê de dibêje:
„Ji bona ku babet baş bê têgehiştin dixwazim bêjim, birêz Ocalan tu caran di derbarê karê me de ferman nedaye min û partiyê. Lê hukumetê daxûyaniyên xwe wek fermana Ocalan ji me re dida nîşandan. Ya rastî, heta wek roja îro ew cure daxwaziyan nekarîne bi me bidin qebûlkirin. Pêvajoya Îmraliyê jibo çareseriyê xwestin wek şantajekî bi karbînin. Lê ne me û ne jî birêz Ocalan ev yek qebûl nekiriye. Bi vê daxûyaniyê armanca min ne ewe ku ez rojevekî peyda bikim û bibim sedema spekulasyonan. Min xwes tenê ez bersiva hinek gotinên dosya xwe ya dadgehê de bidim. Tiştên min di dadgehê de gotîn hemû jî sed li sed rastin. Ji bo ne duristiya hukumetê di pêvajoya aşitiyî de min xwest ez vê yekê bêjim.“
Ev nivîs 210813 car hatiye xwendin.