Senaryoya Stanley Kubrick hat dîtin

PeyamaKurd - Stanley Kubrick ji ser romana Stefan Zweig "Burning Secret / Raza Sotîner" senaryo nivîsandibû lê senaryo winda bû. Senaryoya ku niha hat dîtin li ser dîroka 24.10.1956 nivîsandiye û mohra Studyoya MGM heye.

Senaryoya derhêner Stanley Kubrick ku 60 sal berê nivîsandibû û windabû niha hat dîtin.

Li gor nûçeya The Guardin du sedemên cuda hene ku çima senaryo nivîsandiye lê fîlm nekişandiye: Li gor ya yekê Kubrick wê demê ligel  Kirk Douglas dest bi fîlmê li ser şer "Paths Of Glory" (Rêyên Serketinê) kiribû loma proje ma. Li gor îdîaya din şirîkê sazkar ê MGM gotiye ji vê senaryoyê nikare fîlm bê kişandiye û wisa maye.

Senaryo çîroka baronekî doxînsist ku dixwaze bi jineke re têkilî saz bike, lê ji bo xwe bigihîne wê nêzî kurê wê yê 12 salî dibe.

Derhêner Kubrick di sala 1928'an de li New Yorkê hat dinê û di sala 1999'an de mir. Wî di jiyana de xwe de xelatên Akademî û Baftayê jî di nav de gelek xelat girtibû. Berî mirinê wî fîlmê "Eyes Wide Shut" (Çav bi temamî girti) kişandibû, di fîlm de Nicole Kidman û Tom Cruise lîstibû. Fîlmî li dinyayê bal kişandibû ser xwe.


Ev nivîs 210817 car hatiye xwendin.