Sengawî: Nabe em serê xwe li ber dagîrkiran xwar bikin
Endamê polîtbîroya YNK û fermandeyê PêÅŸmerge Mehmûd Sengawî, serdana enîya ÅŸer kir û ji hejmarek PêÅŸmerge re axavtinek kir.
Mehmûd Sengawî, li baregeha lîwaya 136an serdana hêzên PêÅŸmerge kir û ji wan re behsa rewÅŸa Herêma Kurdistanê û navçeyên ku li derveyî îdara Kurdistanê mane, kir. Sengawî, di axavtina xwe de got: „Wek min berê jî digot û îro jî dibêjim, Kerkûk, Xaneqîn, Mendelî, Åžingal û tevahîya navçeyên veqetandî, navçeyên dagîrkirî ne. Ew ne navçeyên veqetandî, lê navçeyên dagîrkirî ne".
Sebgawî, di derbarê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de jî axivî, aqûbeta Saddam wek mînak nîÅŸan da û got: „Ebadî gellekî jixwebawer diaxive. Berê Saddam jî mûÅŸek diceribandin û gef dikirin. Lê ka Sadam Hisên? Divê karbidestên niha yên Iraqê îbretê ji Saddam û yên wek wî bigrin û bizanin ku ew ji yên berî xwe ne bihêztir in".
Sengawî, herweha behsa serxwebûna Kurdistanê jî kir, serxwebûn wek mafekî rewa qebûl kir û got: „Her çiqasî cîhan daxwaza Iraqek federalî, yekparçe û demokrat dike jî, lê mafê me ye dewleta me hebe û em serbixwe bin. Nabe em xwe radestî dijmin bikin û ji wan re bibin kole. Ewên ku dibin kole mirin ji wan re baÅŸtir e. Nabe em serê xwe li ber dagîrkiran xwar bikin. Raste gazinên me ji hikûmeta me re hene, lê xirabtirîn hikûmeta me, ji baÅŸtirîn hikûmeta dagîrkiran baÅŸtir e".
Z.B
Ev nivîs 210881 car hatiye xwendin.