Serdozgerê berê Preet Bharara: Mevlut Çavuşoğlu derewkar e

Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlut ÇavuÅŸoÄŸlu li Îstenbolê bi çapemeniya biyanî re hat cem hev û behsa mijarên di rojevê de kir. Dema behsa mijara doza Riza Sarraf kir, got ku dozgerê berê yê doza Sarraf nêzî Fethullah Gulen e.

ÇavuÅŸoÄŸlu weha dewam kir: “Preet Bharara gelek nêzî Gulen bû. Ew belgeyên li Tirkiyê li dijî Zarrab, di sala 2013an de, di doza Zarrab de hatin bikaranîn, wan belgeyan di dosya tehqîqê a Zarrab de bikaranî. Xwedî motîvasyoneka gelek siyasiye.”

Dozger Bharara wext derbas nekir û di ser hesabê xwe yê Twitterê weha got : “Wezîrê karê derve yê Tirkiyê derewan dike. Wê di dadgehê de çi biqewime em ê bibînin.”

 Van gotinên Bharara rohnî dixe ser doza Zarrab ku di dadgehê de wê gelek tiÅŸt derên holê.


Ev nivîs 210831 car hatiye xwendin.