Serekerkanê ÃZsraîlê cara yekem ji çapemenîya Siûdî re axivî
Cara yekem e Serekerkanekî Îsraîlê ji çapemenîya S. Erebistanê re axivî û ew jî Serekerkan Gadî Eisenkot e.
Îran û siyaseta îranê bû sedema ku navbera Îsraîlê û Siûdî erebistanê nerm bibe û herdu welat nêzîkî hev bibin. Gadî Eisenkot, cara yekem wek Serekerkanê Îsraîlê ji çapemenîya S. Erebistanê re axivî û di derbarê Îranê de peyamên girîng dan welatên Ereb.
Gadî Eisenkot, ji rojnameya Alaf re ku navenda wê li Riyad a paytextê S. Erebistanê ye, axivî û anî zimên ku „li dijî planên Îranê ew di nava hewldanên tifaq û hevalbendîyê de ne“ û peyamên germ dan welatên Ereb.
PiÅŸtî îstîfakirina Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî û ji Yemenê avêtina fuzeyên balîstîk, Îsraîl ket nav gumanên mezintir û li dijî Îran û rêxistinên pêve girêdayî ket nav hewldanên nû.
Serekerkan Gadî Eisenkot, ji rojnameya Alaf a S. Erebistanê re axivî û got: „Îsraîl amade ye di derbarê Îranê de îstîxbarata di destê xwe de parve bike“.
Gadî Eisenkot, Serokê Amerîkayê Trump wek sedemek ji sedemên van têkilî û dîplomasîya nû nîÅŸan da û anî zimên ku bi saya serê Trump, li herêmê fersenda plan û stratejîyek mezin a li dijî Îranî çêbûye û got: „Ji bo li dijî Îranê rawestin, em amade ne bi welatên Ereb re serpêhatîyên xwe û îstîxbarata xwe parve bikin“.
Eisenkot, di axavtina xwe de Îran wek xetera herî mezin a li herêmê destnîÅŸan kir û anî zimên ku „Tel Avîv û Riyad di derbarê nêta Îranê de hemfikir in û herdu welat (Îsraîl û S. Erebistan) tucarî bi hev re ÅŸer nekirine.
Eisenkot, di dawîya hevpeyvîna xwe de anî zimên ku Îran dixwaze heta bi Derya Gevez gasîna Åžîe ava bike û got: „Em dixwazin rê li ber vê yekê bigrin. RewÅŸa ewlekarîya Îsraîlê pir baÅŸ e, ji ber vê yekê jî welatên ku ji Îranê ne razî ne amintîyê bi me tînin“.
Z.B
​
Ev nivîs 210839 car hatiye xwendin.