Serhildana Şêx Seîd nimuneya berxwedanê ye...
Serhildana Şêx Seîd Efendî yek ji nimuneyên herî başe, ku miletê Kurd zilm û zordariyê qebul nake û gava pêwîst bu ew dikare serê xwe li beramber dagirkeran rake.
Peyamakurd- Berî 94 salan wek îro li bakurê Kurdistanê serhildana Şêx Seîd destpêkiribu. Her çendî Tevgera Azadî ku ji aliyê serkirdeyê rexistinê Xalid Begê Cibrî birêve diçu û biryar bu kû rêxistin serpereştiya serhildanê bike, lê mexabin serhildan ruberuyê provakasyonan hat u di şikestina serhildanê de dewrekî leyizt.
Wek tê zanîn, komara Tirkiyê nu hatibu damezrandin. Her çend dihat gotin, ku komara Tirkiyê wê tevaya mafên Kurdan nas bike, lê bi peymana Lozanê kişf bu ku komar li ser bingeha nijadperestiya Tirkan hatiye damezrandin.
Serde jî, navê Kurd û Kurdistan û zimanê Kurdî jî hatibu qedexekirin. Yanî rêvebirên serhildanê di sala 1923de dîtin ku Tirkiyê li ser bingeha „Yek Milet, Yek ziman, Yek dewlet, Yek Al“ hatiye damezrandin.
Ev pêşketinên hanê Kurdan neçar kir, ku beramberê nijadperestên Komara Tirkiyê serê xwe rakin. Piştî ku Kurdan dît ku ew hatine xapandin, bi serokatiya Şêx Seîd Efendî, dest bi xebata amadekirina serhildanê kirin.
Bêguman Tevgera Azadî jî dewrekî esasî dileyizt.
Lê sed heyf û mexabin, wek hemu caran, ji sedemên tunebuna yekitiya netewî di ev serhildana hanê de jî bu sedema şikestina Serhildanê.
Ligel ev rastiya hanê, Serhildana Şêx Seîd Efendî yek ji nimuneyên herî başe, ku miletê Kurd zilm û zordariyê qebul nake û gava pêwîst bu ew dikare serê xwe li beramber dagirkeran rake.
Ev nivîs 210797 car hatiye xwendin.