Serokê HDP a Wanê axifî: Divê HDP xwe rexne bike
Serokê HDP a Wanê parêzer Umit Dede got; di pêvajoya çareseriyê de, berpirsiyariya partiya wan jî heye. Dede got: “Em difikirin ku pêwiste em xwe rexne bikin.”
Di kongre ya meha borî ya ÅŸaxê Wanê de, parêzer Umit Dede hatibû bijartin. Di xuriniya serê sibê de, bi rojnamevanan re hat cem hev. Dede got tevî ÅŸer û lêdanan, divê mesela Kurd bi rêyên demokratik bê çareserkirin. Dede weha dewam kir:
“Xelk, tevî ku ÅŸer hebû li bendê bûn ku pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk hel bibe. Me got pirsgirêka bingehîn, pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd bi deokratîzebunê, aboriyê û geÅŸepêdanê re têkildare. Me di salên 2000 an de, bi kêmanî vê yekê dît. Salên 2013-2015 de, hêviyên aÅŸtiyê di asta herî bilind de bûn. Siyaseta demokratîk herî zêde bipêÅŸket û wisa di bîra mirovî de ma.”
Serokê ÅŸaxa HDPê yê Wane Dede weha dewam kir:
“Lihevkirina Dolmabahçe ya sala 2015an, hêviyek baÅŸ da xelkê. Lê di pey de serokkomar Recep Tayip ErdoÄŸan got ku Dolmabahçe tine, muzakere tine. Hêviya aÅŸitiyê û demokrasiyê nema. Berpirsiyariya HDP ê jî di vir de heye. Em difikirin ku divê em xwe rexne bikin. Diviya me tora aÅŸtiyê bi awayeka xurt çêbikira.”
Ev nivîs 210835 car hatiye xwendin.