Serokê Katalanya li Beçikayê teslîm bû
Serokê Katalanya Carles Puigdemont bi 4 wezîrên hevalê xwe re, li Belçîkayê teslîmê polîs bû. PiÅŸtî ragihandina “serxwebûna Katalanyayê” dadgeha Îspanyayê biryara zîndanîkirina serokê Katalanyayê dabû.
Do, dozgerê Belçîka federal bi nivîskî beyanek dabû çapemeniyê û weha gotibû: “Do berpirsên Îspanyolan biryara di derbarê girtina rêvebirên Katalanya; Carles Casamajo Puigdemont, Maria Aleu Serret, Antoni Oliveres Comin, Luis Gordi Puig û Clara Obiols de gihandin destê me. Kesên navborî piÅŸtî bên dîtin, wê derên pêÅŸberê dadgerê lêkolînê û divê dadger di nav 24 sietan de biryara xwe bide.”
PiÅŸtî vê astê pêvajoya fermî weha dimeÅŸe. Eger dadger biryara girtina wan bide, wê biryar here dadgeha eslîye û dadgeh wê di nava 15 rojan de biryarê bide bê wê biryara dadgeha Îspanyolan bê bicîhanîn an na. Eger layek li dijî biryara dadgeha esliyê derê, wê dosya here gagdeha îstînafê û ev dadgeh wê di nav 15 rojan de biryara xwe bide.
Eger li biryara dadgeha îstînafê îtîraz bê kirin, dosya diçe ber destê dadgeha temyîzê ya Belçîkayê. Di rojên bê de wê her tiÅŸt zelal bibe.
Ev nivîs 210862 car hatiye xwendin.