Serokê nemir tevaya jiyana xwe jibona rizgariya miletê Kurd terxan kiribu

Berî vî bi 40 salan, di rojekî wek îro de, serokê nemir Mistefa Barzanî çu bu ser dilovaniya xwe. Serokê netewa Kurd, ku tevaya jiyana xwe jibona rizgariya miletê Kurd terxan kiribu, bi wefata xwe valahiyek mezin hişt di tevgera Azadiya netewa Kurd de. Lê wek em dibînin xebata wî ji her aliyê ve buye ronahî ji bona bidestxistina mafên rewa yên miletê Kurd.

Başurê Kurdistan baştirîn nimuneye jibona ev rastiya hanê.

Serokê nemir, bi xebata xwe ya dûr û dirêj, ne bes tenê jibona başurê Kurdistan bu hêvî û raman, her weha ji bona tevaya parçeyên Kurdistan bu sembola rizgariyê.

Em wek Partî Demokratî Kurdistan - Tirkiye bi vî zanistiyê tevdigerin û serokê nemir Mistefa Barzanî bi rêz bi bîr tînin.

 

Mehemed Emin Kardaş,

Serokê Giştî ya Partiya Demakrata Kurdistan a Tirkiyê T-KDP