Serok Barzanî: Bexda berî referandûmê jî niyeta dagîrkirina Kurdistanê hebû..Gelê Kurdistanê neşkestiye

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî ligel berpirsên siyasî û îdarî û hizbî yên PDKê li Silêmanî û Helebçe û Raperîn civiya û di wê civînê de ragihand ku gelê Kurdistanê nehatiye ÅŸikestin, lê belê xiyanet lê hatiye kirin û ev rewÅŸa niha demkî ye. Herwiha got jî ku eger ne ji xiyanetê ba, plana li dijî Kerkûk û Kurdistanê ser nedigirt.

Di wê civînê de, Serok Barzanî gotinek pêÅŸkêÅŸ kir û bi hûrî behsa bûyerên vê dawiyê û birêveçûna referandumê û ew rewÅŸa nexweÅŸ a ku li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî çêbûye, kir û ragihand: “Gelê Kurdistanê neÅŸkestiye, lê belê xiyanet lê hatiye kirin û ev rewÅŸa ku ji ber nepakiyê û xweferizkirinê çêbûye, demkî ye û îradeya gelê me dê her biser bikeve.”

Serok Barzanî wiha got: “Me beriya referandumê jî got ku, Bexda dixwaze destkeftên rewa yên gelê Kurdistanê nehêle û me vegerîne xeta berê ya di navbera Hêzên PêÅŸmerge û artêÅŸa Beis de. Lewma jî eger referandum jî nehatiba kirin, pilana Bexda ji bo dagîrkirina Kurdistanê her hebû, lê eger ew nepakiya 16ê mehê nebaya, ew pilana li dijî Kerkûk û Kurdistanê ser nedigirt.”

Serok Barzanî wiha domand: “Xiyanet û dagîrkirin û ferizkirina rewÅŸa dîfakto bi qiweta çekan nasnameya Kerkûk û navçeyên Kurdistanî naguherin û ev rewÅŸa niha dewmkî ye û her serkeftin para gelê Kurdistanê ye.”

Serok Barzanî ragihand: “Em piÅŸtgiriya gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin û eger nêta Bexdayê ji bo çareseriyê hebe, Hikûmeta Kurdistanê têra xwe bi aliyê gotûbêjan de çûye û ti hincetek ji Bexda re nehiÅŸtiye.”


Ev nivîs 210832 car hatiye xwendin.