Serok Barzanî: Em komkujiya Xurmatû bi ti awayî qebûl nakin û bêdeng jî namînin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî û Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm civiyan û di wê civînê de got, em jenosîda Xurmatû bi ti awayî qebûl nakin û bêdeng jî namînin.

Îro ÇarÅŸema 29-11-2017 Serok Barzanî li Selahedînê pêÅŸwaziya Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm û ÅŸandeke pê re kir.

Di civînê de pêÅŸhatên dawî yên siyasî ên Iraq, Kurdistan û deverê hatin nirxandin û her du alî li ser çareser kirina kêÅŸeyên heyî bi rêyên aÅŸtiyane û diyalogê hemfikir bûn.

Her di heman civînê de Serokkomarê Iraqê behsa hewldanên xwe yên bo çareserkirina kêÅŸeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir bi awayek ku destûr weke sîbanek be bo parastina bûn û kerameta tevahiya hêkhateyan.

Li hember de jî Serok Barzanî diyar kir ku lazime giftûgo û diyalogeke hevseng û bêmerc hebe û dûr be ji zimanê xwe ferizkirinê.

Serok Barzanî herwiha ji Serokkomarê Iraqê re got: “Divê Hikûmeta Iraqê dev ji zimanê xweferizkirin û kiriyarên derdestûrî bi taybetî ew tiÅŸtên ku li Kerkûk û deverên din li hember gelê Kurdistanê de kirine bidûr bigire û herwiha divê bilez ew jenosîda li Xurmatûyê tê kirin were rawestandin jiber ku ew yek bi ti awayî nayê qebûlkirin û em li hember wê bêdeng nabin.”

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku xwe sepandin bi hêz û çek serkeftî nabe û rewÅŸa niha jî berdewam nabe. 


Ev nivîs 210824 car hatiye xwendin.