Serok Barzanî peyameke hevxemiyê bo kesûkarên qurbaniyên erdhejê şand
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî peyameke hevxemiyê bo kesûkarên qurbaniyên erdheja ÅŸeva bihorî belav kir û sersaxî ji kesûkarên qurbaniyan û xelkê deverên zirarpêketî re xwast.
Serok Barzanî îro DuÅŸemî 13ê Mijdara 2017ê ji ber erdheja ku li Rojhilat û BaÅŸûrê Kurdistanê çê bû, peyamek ji xelkê Rojhilatê û BaÅŸûrê Kurdistanê re belav kir.
Serok Barzanî hevxemiya xwe ji bo xelkê deverên zirarpêketî û kesûkarên qurbaniyên erdhejê tîne ziman û dibêje: “Bi xemeke mezin ve ÅŸeva bihorî di encama rûdana erdhejê de li parêzgehên Helebce, KirmaÅŸan û navçeyên Qesrî Åžîrîn û Serpêlî Zehawê bi sedan hevwelatiyan canê xwe ji dest dan û bi hezaran kesên din jî birîndar bûn.”
Serok Barzanî serxweÅŸiyê li kesûkarên qurbaniyên erdhejê li her du parêzgehên KirmaÅŸan û Helebceyê dike û dibêje: “Bi vê boneya xembar, ez serxweÅŸiyê li kesûkarên qurbaniyan û xelkê navçeyên zirarpêketî yên erdheja ÅŸeva derbasbûyî dikim û hêviya bilez baÅŸûbûnê ji birîndarên vê bûyera dilhejîn re dixwazim. Di vê karesatê de, em xwe bi hevxemê xelkê lêqewimî û zirardîtî yê her du parêzgehên KirmaÅŸanê û Helebceyê dizanin.”
Åževa bihorî 12ê Mijdarê erdhejek bihêz her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet BaÅŸûr û Rojhilatê Kurdistanê û herwiha çend welatên herêmî hejand. Li gorî zanyariyan zêdetirî 400 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 7000 kesan jî birîndar bûne.
Ev nivîs 210829 car hatiye xwendin.