Serok Barzanî: Rewşa niha demkî ye..Referandûm nayê hilwişandin..Nasnameya Kerkûkê nayê guhertin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro ligel encûmena serkirdayetî, berpirs û rêvebirên liq, navçe û berpirsên îdarî û endamên parlemanto û endamên encûmena parêzgeha Kerkûkê yên ser bi PDKê re civiya û di wê civînê de ragihand ku ev rewÅŸa niha ya Kerkûkê demkî ye û dê derbas bibe. Herwiha got jî ku referandum dengê gel e û kes nikare hilbiweÅŸîne û ne xiyanet û ne jî rewÅŸa dîfakto nikarin nasnameya Kerkûk û navçeyên Kurdistanê bugherin.

Di civînê de Serok Barzanî gotarek pêÅŸkêÅŸ kir û hevsoziya xwe ji bo amadebûna û ew xelkê ku ji piÅŸtî bûyerên 16ê Cotmehê rastî azar û koçberiyê bûne derbirî û tekez kir, ew hemû kesên ezîz ji bo perensîp û rûmeta Kurdistanê bi dirêjahiya dîrokê qurbanî dane.

Serok Barzanî têr bi berferehî behsa bûyerên piÅŸtî referandûmê û wê rewÅŸa nexweÅŸ a ser bi Kerkûk û navçeyên din ên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kir û ragihand, gelê Kurdistanê neÅŸikiya, lê îxanet lê hate kirin, ÅŸikestin jî dibe, dema îrade me biÅŸike.

Serok Barzanî ew yek dupat kir, sedema wê rewÅŸê ne referandûm e, belkû ji zû ve Bexda niyaza wê hebû êrîÅŸî Kurdistanê bike. referandûm nehatiba kirin jî, plan li dijî Kerkûkê her hebû.

Serok Barzanî di dirêjahiya gotara xwe de referandûm bi biryareke rast û durist a gelê Kurdistanê zanî ku diviyabû zûtir encam daba û bi pîroztirîn û rewatirîn destkeftên niÅŸtimanî û netewî ya gelê Kurdistanê binav kir.

Herwiha got jî, referandûm dengê rewa û aÅŸtiyane yê gel e û bi ti yasa û hikûmetek nikare wî dengî hilweÅŸîne. Ewa ku berbest bo wê destkefta mezin dirust kiriye ixaneta taqemekê bû ku piÅŸta xwe kirin gelê Kurdistanê û Kerkûk firoton û radest kirin û heger ew îxaneta 16ê Cotmehê neba, niha gelê Kurdistanê di rewÅŸeke din de bû.

Serok Barzanî ew ji amadebûna re aÅŸkere kir, rewÅŸa xiyanet, dagîrkirî û ferza dîfakto bi zor û çekê, nasnameya Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê nayê guhartin. Em her dem, niha û berê jî me gotiye ku dixwazin Kerkûk û navçeyên din bikin nimûneyeke pêkvejiyan û aÅŸtiyê ji hemû pêkhateyan re û ferzkirina emrê waqêi bi ti awayekî nayê qebûlkirin.

Di dawiyê de, Serok Barzanî spasiya xweragiriya gelê Kurdistanê, Kerkûk û navçeyên li derveyî Herêma Kurdistanê kir û daxwaz kir, ku îrade û hêviya wan bihêz be, ji ber ku doza gelê Kurdistanê rewa û dadperwer e û ew rewÅŸa niha heye, demkî ye û derbas dibe.


Ev nivîs 210838 car hatiye xwendin.