Serok Mesud Barzanî: Ew budce çewsandineke plankirî bû ji gelê Kurdistanê re

Serok Barzanî bi boneya 27emîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand: “Ewê bi navê pesendkirina budce rû daye, binpêkirina binemayên destûrê ye û çewsandineke plankirî bû ji gelê Kurdistanê re.”

Peyam bi wî awayî ye:

Di 27.mîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê de hezaran silav bo giyana paqij a şehîdên rêya azadiya gelê me û silav ji Pêşmergeyên qehreman û hemû tekoşer û niştimanperwerên Kurdistanê re.

Raperîna buhara 1991ê li ser bingehê dest li xwe bernedan û en pejirandina zulm û dagirkeriyê ye. Destkeftên vê bûyera mezin diyar in û raperîn rawestgehek giran buhaye bo me hemûyan ku aşkeraye maf û azadî nayê bexş kirin, tê bidestanîn.

Herwaha tişta bi navê pejirandina budceyê ya 03.03.2018ê li parlamentoya Iraqê pêkhat, bi ronî aşkeraya binpê kirina şirîktî û rêkeftin û hewsengî û bingehên destûrê û çewsandineke bi plana darijandiye bo gelê Kurdistanê. Hêvîdarim ew reftare gelek rastî bo navxweyî Kurdistanê û derve aşkera kiribe û bê zanîn ku gelê Kurdistanê li gel çi hizir û aqil û çandekê jiyan dike. Dema wê hatiye ku ji bo bersiv ji wan kiryarên parlamentoya Iraqê re bê dayîn, hemû aliyên Kurdistanê li gel yek bicivin û biryarek guncaw û hevbeş bidin.

Bi boneya raperînê pêzanînên min bo xelkê Kurdistanê hene û bi dileke tejî sipasiyê dikim ku li hember dorpêç û givaş û dagirkeriyê bi serbilindî û berxwedan û bi vîneke ji pola gelê Kurdistanê rawesta.

Mesûd Barzanî

04.03.2018


Ev nivîs 210822 car hatiye xwendin.