Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm serdana Kurdistanê kir

Serokê Iraqê Fûad Mehsûm serdana Kurdistanê kir. Mehsûm ewilî çû ser gora Mam Celal Talabanî û di deftera ku ji bo ziyaretvanan veqetandine de nivîsand. PaÅŸî armanca serdana xwe bo çapemeniyê ragihand û weha got:

“Ez ji bi armanca hin tiÅŸtan hatime Kurdistanê. Yekem min serdana gora Mam Celal kir. Armanca dinê bo kêÅŸeya Kerkûkê ye. Divê mijara Kerkûkê be çareserkirin. Ya sêyem amadekirina bingeha dan û sitandinên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ye. Divê bi hemû aliyan re hevdîtinan bikim da em karibin van mijaran çareser bikin.”

Di demên pêÅŸ de wê serdanên Fûad Mehsûm aÅŸkera bibin bê gihaye çi encaman.