Serokomarê Tirk: Emê bikevin heya nav bajarê Efrînê
Serokomarê Tirk Recep Tayip Erdogan di axaftina xwe ya Gruba Partiya xwe ya heftane de bal kişand ser operasyona Tirkiye ya bi ser Efrînê de û got:”Heya niha me 1715 terorist kuştin e, dibe ku pêşdeçûna me hinekî hêdî be lê emê çend rojên pêşiyê de biçin heya nav bajêr a Efrînê.”
Erdogan got:”Di rojên pêşiya me de bi awayekî lezgîn emê bikevin nav bajarê Efrînê bi vî awayî hem dê pêşiya alîkariyên ku ji derdorê têne bajarî bê girtin, hem jî dê îmkana rêxistina terorî nemîne ku bi kesî re bazarî bike.”
Her Erdoganî ji bo dezgehên ragihandinê jî got:”Gelek derew ji bo operasyona me tên kirin, lê elhemdê Xwedê Anadolu Ajansa me û Midûriyeta Giştî ya me ya Ragihandinê bi awayekî lezgîn hemû derewkaran terbiye dikin.”
Ev nivîs 210792 car hatiye xwendin.