Serokwezîrê Tirkiyê telefona Haydar Ebadî kir

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yıldırım bi rêya telefonê bi serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî re axifî. Her çendîn dubare behsa sersaxiya erdheja Helepçe û Tûzxurmatû hat kirin jî esas mijara wan Kurdistana Iraqê û PKK ye.

Serokwezîrê Tirkiyê ji ber ku Amerîka gotiye ji niha û pêve wê alîkarî nedin PYD ê, dixwaze bi rêya Ebadî li Iraqê zorê bide ser PKK ê. Li aliyê dinê razîbûna xwe li hemberê biryara dadgeha Iraqê aniye ziman ku dadgeh “referandûma serxwebûna Kurdistanê” red kiriye.

Serokqezîrê Tirkiyê Binali Yıldırım di nêz de wê serdana patronên Heyder Ebadî ya Brîtanyayê bike lewra têkiliyên xwe bi Bexdayê re xurt digre. Ebadî li Brîtanya hatiye perwerdekirin û li ser hesabê wan dixebite. Hem di qabîna Ebadî de piraniya wezîran mirovên Brîtanyayê ne. Operasyona dawiyê ya Kerkûkê jî akterê wê her Brîtanya bû.

Em ê bibînin Tirkiye dê ji Brîtanyayê çi encaman bi xwe re bîne. Wê li serê Kurda çi dolaban bigerînin, di rojên pêÅŸiya me de wê aÅŸkera bibin!


Ev nivîs 210837 car hatiye xwendin.