Seyîd Rizayê Dêrsimî 80 sal berê hat îdamkirin
Seyîd Riza qehremanê berxwedêr û ti carê ew serî li hemberê neheqiyê netewand. Em naxwazin behsa hemî jiyana wî bikin lê çend pêvajoyên gigîng yên di jiyana wîde hene, em dixwazin behsa wan bikin. Seyîd izaxwenda bû. Alim bû Zana bû. Xwendina xwe li ber destê bavê Nûrî Dêrsimî xwendibû.
Seyîd Riza li hemeber sîstema dewleta Osmanî û komara Tirkiyê ti carê serî netewend. Ji ber ku kiryarên dewletê ti carî aÅŸtiyane û yeksanî nînbûn. Di her demê de Dêrsimî serî netewenadin. Li dijî sîstema bacê, ya leÅŸkeriyê, cudakariya di navbera xelkê elewî û sunne de û hwd. serî rakirin. PiÅŸtî salên 1935an serhildana wan li dijî kiryarên dewletê zêdetir bûn. Dewet qanûn derxist ku kê ji Dêrsimiyan yekî bikuje, jê ne berpirse û wê ti carî pirs jê neyê kirin. Wê dewlet wî negre û bi eksa wê, dê xelatê bide wî.Dewlet bi cahÅŸan ve girte ser Dêrsimê. Kevir li ser kevir nedihiÅŸtin. Zarokan,pîr û kalan, heywanan dikuÅŸtin. Agir davêtin xaniyan, ÅŸikeftan bombebaran dikirin.
Ji bo hevdîtinan Seyîd Riza hat Xarpêtê. Mustafa Kemal jî hatibû Xarpêtê. Heya niha ew belge derneketbûn holê. Dewletê her tim go t eger Mstafa kemal bigihîÅŸta Xarpêtê wê nehiÅŸta ku Seîd Riza îdam bibe. Ev jî hîleyên dewleta wê demê ne. Li îstasyona trênê li Xarpêtê hev dibînin. Mustafa Kemal dibêje tu dê lêborîna xwe bixwazî, ez ê te efû bikim. Seyîd Riza dibêje ku wî tiÅŸtekî nekiriye da lêborînê bixwaze. Bo demeke dirêj diaxifin. Seyîd Riza serî danayne. Mustafa Kemal biryara xwe dide. Di heman ÅŸevê de dadgehekî datînin.
Wî dibin dadgehê. Dadgeheka beredayî. Biryar hatiye dayîn da wî îdam bikin. Lê temenê (emrê) Seyîd Riza mezine. Nabe ku wî îdam bikin. Dadgeh biryarê dide ku temenê wî kêm bike. Biryar tê dayîn. Daxwaza Seyîd Riza ya dawiyê jê tê kirin. Seyîd Riza dibêje ku 40 lîra pere û sieteka wî heye û dixwaze bidin kurê wî. Jê re dibêjin wê ku kurê wî jî bê îdamirin. Seyîd vê carê dibêje: Min berya kurê min îdam biki.
Lêdageh gelek bêbave. Kurê wî li ber çavê wî îdam dikin. Di wê demê de mudirê sayîÅŸa Tirkiyê Îhsan Sabrî ÇaÄŸlayangil bû. Di bîranînên xwe de nivîsandiye. Ew jî hatiye Xarpêtê da Seyîd Riza îdam bikin. Weha dibêje: “Weka ku meydan tije mirov bin bang kir.Weha qêriya: Ez ewladê Kerbela me. Ez bê xeta me. Eyb e. Zilm e. Cînayet e.”
ÇaÄŸlayangil weha dewam dike: “Mûyên canê min bûn weka ÅŸûjin. Ew zilamê pîr meÅŸiya. Gewendeyê ku wê kursiya wî ji bin bikÅŸîne, dahf da. Ben xist stûyê xwe. Pihînek li kursî xist. Înfaza xwe bi xwe kir.” 80 sal berê di rojeka weka îro de bû.
Di dema ku rêvebirên Tirkiyê pêre dixafin, Seyîd Riza ji wan re dibêje: “Ez bi hîle û derewên we re serî derneketim. Ev ji bo min bû derd. Min jî li ber we çong dananî. Bila ew jî ji we re bibe derd.”
Di demekê de, di hevdîtina bi mufettîÅŸê giÅŸtî re, mufettîÅŸ jê pirsî bû: Seyîd Riza tu yî? Seyîd Riza gotibû: “Ez Rizoyê Dêrsimî me. Li Dêrsimê, li bin her dahl û deviyekê, bi hezaran Seyîd Riza hene. Tu li kîjan Rizo dipirsî?
Belê gora Seyîd Riza û kurê wî hê jî ne diyare. Neviyên wî niha wê dozê digerînin da her tiÅŸtî bizanibin. Di pêÅŸ de wê çi encam ji dadgeha Tirkiyê derê em ê tev bi hevre bibînin.
Gelek tiÅŸt hene bên gotin û nivîsandin. Me tenê niha bi van çend gotinan Seyîd Riza bibîr anî.
Ev nivîs 210868 car hatiye xwendin.