Sezayi Temelli tê şûna Demirtaşî
HDP ji bo kongreya xwe ya 13ê Sibatê amadekariyên xwe berdewam dike. HDP ku duhî beriya kongreya xweya asayî konferansek çêkir di encamnameya xwe de bi awayekî berfireh xwe û polîtîkayên xwe yên di demên dawî de rexne dikir. HDPê ji bo pêşerojê jî biryara tekoşîn û siyaseteke bilinttir ragihand.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin HDPê ji bo şûna Selahattîn Demirtaşî ji niha de namzetê xwe diyar kir.
Duhî hatibûragihandin ku Pervîn Buldan wek hevseroka nû ya jin dê li ser partiyê be. Îro jî hat ragihandin komîsyona mutabakatê ya HDPê ji bo şûna Demirtaşî Sezai Temelli hilbijart.
Ev nivîs 210817 car hatiye xwendin.