Siyasetmedarên Katalan li ÃZspanyayê derketin dadgehê
Siyasetmedarên Katalan yên ku serxwebûna Katalanyayê ragihandin, li Îspanyayê derketin dadgehê. Dayîna wan ya îfadeyan, ma heya hefteya pêÅŸiya me. Serokê dadgehê ragihand; eger ku serokê Katalanan Carles Puigdemont nê û îfade nede, wê karibe di derbarê wî de biryara zîndankirinê bide.
Tewana wan ya ji bo endamên parlementoya Katalanyayê tê kirin ew e ku “ji ber îlankirina dewleta serbixwe, li dijî dewletê serî hildane.” Di nava kesên ku çûne dadgehê de; wezîrê karê derve û berdevkê parlementoya Katalanyayê jî hene.
Dadgehê biryar da ku îfade sitendina 6 endamên parlementoya Katalanyayê bimîne hefteya pêÅŸiya me.
Ev nivîs 210854 car hatiye xwendin.