Siyasetmedarên Almanya rexne li Tirkiyê digrin...
Katja Keul, „Erdoğan Kurdên li bakurê Suriyê wek terorist dibîne û bi vî hawayî helwesta xwe meşru dibîne. Lê mirov tu caran nikare ev helwesta hanê bipejirîne. Divê ew dev ji ev helwesta hanê berde.“
Hikumeta Tirkiyê, ku operasyonên xwe yên leşkeri li Efrînê bi maddeya 51 ya peymana Koma Miletan „Parastina Mafê Meşru“ ve grê dide, li Berlinê bu cihê şik û gumanan û Siyasetmedarên Almanya rexne li Tirkiyê digrin û Operasyona Leşkerî wek „Tevgerek li dijiyê Yasaya Navnetewî“ dinerxînin.
Siyasetmedarê Kristiyanên Demokrat (CDU) Roderich Kiesewetter got, „Tirkiyê biryara agirbesta Encumena Asayişa Neteweyên Yekgirtî tenê di çarçeweya şerê li hember El Kaide, El Nusra û DAİŞ’ê dibîne û di şerê li hember YPG jî berdewam dibe, eva hanê nayê qebulkirin.“
Katja Keul, ku di Meclîsê de berdevkê gruba Keskan ya „Siyaseta Bêçekkirinê“ ye bangewazî kir, ku Tirkiyê pabend bi biryara agirbesta Encumena Asayişa Neteweyên Yekgirtî bimîne. Katja Keul di berdewamiya axaftina xwe de weha got, „Erdoğan Kurdên li bakurê Suriyê wek terorsitan dibîne û bi vî hawayî helwesta xwe meşru dibîne. Lê mirov tu caran nikare ev helwesta hanê bipejirîne. Divê ew dev ji ev helwesta hanê berde.“ Herweha xatun Keul got, divê hikumeta Almanya bazirganiya çekan jibo Tirkiyê bide rawestandin.
Bijan Djir-Sarai, berdevkê karûbarên derve ya Partiya Demokratên Azad (FDP) bi vî awayî işaret bi biryara Encumena Asayişa Neteweyên Yekgirtî dike, „divê zutirîn dem dawiya Operasyona leşkeri û Tund û Tujiyê were encam dan. Ev Operasyona hanê tu pêwendiyek bi yasaya navnetewî nîne û mirov nikare di vî warî de Tirkiyê mafdar bike.“
DW/Wergerandin PeyamaKurd
Ev nivîs 210802 car hatiye xwendin.