'Tîtanîk' dîsa dikeve vîzyonê

Fîlmê derhêner James Cameron ê navdar "Tîtanîk" ku di salên 90'î de ket vîzyonê û di gîÅŸeyê de rekor ÅŸikand bi kopyaya xwe ya nû dîsa derdikeve pêÅŸberî temaÅŸevanan.

Fîlm di sala 1997'an de ketibû vîzyonê û bi ser 2 mîlyar dolarî de pere kar kiribû. Niha di 20 saliya fîlm de bi kopyaya hatiye nûkirin li Amerîkayê carek din dikeve vîzyonê. Li dinyayê jî bi ÅŸêweya Bul-Ray û DVD kopyaya wê ya nû tê belavkirin.

Derhêner James Cameron li ser kopyaya nû got: "Dema min ev kopyaya nûkirî temaÅŸe kir ez ecêb mam, wekî ku ez yekem car e lê temaÅŸe bikim bûm."

Di serlîstikvaniya fîlm de Leonardo DiCaprio, Kate Winslet, Billy Zane, Kathy Bates, Frances Fisher, Gloria Stuart lîstibû. DiCaprio û Winslet bi vî fîlmî li dinyayê bûbûn navdar.

Rexnegirên sînemayê jî ji Tîtanîk hez kiribûn û fîlmî xelata Fîlmê Herî Serketî û Derhênerê Herî Serketî jî di nav de bi temamî di 11 waran de Oscar girtibû.

Kopyaya Tîtanîk a nû di 1'ê meha berfanbarê de li Amerîkayê dikeve vîzyonê.

 


Ev nivîs 210867 car hatiye xwendin.