Ta nuha 212 hemwelatiyên sîvîl hatine kûştin û 621 kes brîndar bune...

PeyamaKurd-Firokeyên Ceng ya Artêşa Tirkiyê nawenda bajarokê Cindirêsî bombebaran kir.

Çapemeniya ser bi YPG Vidyoyek belav kir, ku nîşan dide, çawa îro serê sibê Firokeyên Ceng ya Artêşa Tirkiyê nawenda bajarokê Cindirêsî bombebaran dikin.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, di encama bombebarankirina bajarokê Cindirêsî gelek kesên sîvîl jiyana xwe ji dest dane, herweha gelek kes jî brîndar bune, lê li ser jimareya wan tu agahdarî nîne.

Hêrişa ser Cindirês di rojekî de ru dide, ku duhî yekşeme, Encumena Tendûristiya Efrînê di Presskonferansekî de ragihandibu, ku di encama hêrişên Leşkerên Tirkiyê û Artêşa Azad ya Sûriyê ser Efrînê de 212 hemwelatiyên sîvîl hatine kûştin û 621 kes jî brîndar bune.

Herweha, Encumena Tendûristiya Efrînê ragihand, ku ji roja bangewaza agirbest ya Neteweyên Yekgirtî, yanî ji roja 24.02.2018 ta roja îro di encama hêrişên arteşa Tirkiyê û Artêşa Azad ya Sûriyê de 33 kesên sîvîl hatine kûştin û 36 kes jî brîndar bune.


Ev nivîs 210789 car hatiye xwendin.