Taipei 101, avahiya duyemîn ya dinyayê ye

Avahiya bilind ya duyemîne di dinyayê de ku li bajarê Taipeiyê yê Tayvanê ye. Ev avahî piÅŸtî Birca Xelîfe ya li Dûbaiyê tê.

Navê avahiyê yê temamî Navenda Fînansê ya Taipei ye. Sedema ku dibêjin 101 jî ew e ku ji 101 tebeqeyan hatiye avakirin. Avahî di sala 2004an de hatiye avakirin. Bilindahiya wê heya serê banê wê 460 metre ye. Ji banê wê û berjortir heya çima serî 509 metre ye.

Asansora (lift) wê gelek bil ez dixebite. Di dinyayê de asansora herî bilez e. Dema asansör dertê jorê leza wê di saniyê de 16.8 metre ye. Dema dadikeve jêr leza wê di saniyê de 10 metre ye.


Ev nivîs 210676 car hatiye xwendin.