Talal Silo û daxuyanîya HDS
BalkêÅŸ e, çi hikmet be hem li Bakurê Kurdistanê û hem jî li Rojava û BaÅŸûrê Kurdistanê be, serkirdayetî û serwerîya PKK û rêxistinên pêve girêdayî di destên Tirk, Ereb yan jî endamên neteweyên din de ye. Bi Taybet Tirk di serkêÅŸî û serwerîya van partî û rêxistinan de rolek sereke dilîzin.
Berdevkê Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê Talal Silo, Turkmen e. Talal Silo derbasî Cerablûsê bû û xwe radestî hêzên Tirkîyê kir. Ango ji Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê revîya û radestî hêzên Tirk bû.
Helbet Talal Silo di derbarê HDS û YPG de gellek tiÅŸtan zane û xwedîyê agahdarîyek berfireh e. Reva wî û terka HDS di çapemenîya Tirkîyê de bû mijarek taybet û pisporên Tirk di wê bawerîyê de ne ku wê Talal Silo di derbarê HDS û YPG de agahdarîyên pir girîng û berfireh bide dewleta Tirkîyê.
Di derbarê reva Talal Silo de Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê daxuyanîyek belav kir û got: „Silo û hêza xwe bi daxwaza xwe beÅŸdarî HDS bûne û bi fermî bûye berdevkê HDS“.
HDS, di daxuyanîya xwe de dibêje ku „rev û radestîya Silo bi gef û zixtên dewleta Tirk çêbûye“ û Talal Silo derdixe pakijîyê.
Li gor daxuyanîya HDS, zarokên Silo li Tirkîyê dijîn û dewleta Tirk ji ser zarokên wî zixt li Silo kiriye da ku dev ji HDS berde û xwe radestî Tirkîyê bike. HSD, herweha îddîa dike ku Silo bi operasyonek taybet a îstîxbarata Tirkîyê û bi hevkarîya hinek endamên malbata wî hatiye revandin.
Lê pirsa mezin û girîng ev e:
Çima ne Kurd lê Tirk dibin serwer, berdevk û rêvebirên hêzên Kurd?
Z.B
Ev nivîs 210867 car hatiye xwendin.