Talebanî biryara dadgehê nîrxand

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya ala Kurdistanê nirxand û ragihand ku ev biryareke di cih de ye.

Serokê encûmenê ragihand ku ew destxweşiyê li biryara Dadgeha Federal a Iraqê dikin ku karî bê alî dosyayekê de zelalî pêkbîne û got: "Ev yek dihêle ku em careke din berê xwe bidin dadgeha federal."

Rêbwar Talebanî derbarê zelalkirina rakirina ala Kurdistanê li encûmena parêzgeha Kerkûkê ku ji aliyê eniya tirkmenan ve doz li dijî wê hatibû vekirin got: "Carê pêwîste ez destxweşiyê li Dadgeha Federal a Iraqê dikim. Ji ber karî dosyayekê de zelaliyekê çêke û bêalî tevbigere û ev karek gelek baş bû, ku em careke din wegerin bo dadgeha federal. Herwiha îro parêzgerê min li wê derê amade bû, ew doza ku li ser min hebû ji aliyê parlamento û eniya tirkmen Erşed Salihî û Hesen Turan ve doz li dijî min hatibû vekirin û ew jî zelal bû û ew doz jî hate red kirin."

Talabanî got: "Eger li gel destûr û qanûnan em tevbigerin û yasa û destûr bêalî bê bicîhanîn ev yek di berjewendiya me de ye. Hemû pirsgirêkên dîrokî yên kurdan li gel Iraqê, bicîhneanîna destûrê û yasayê ye, ji ber vê jî ev rewşa niha pêkhatî cîhê keyfxweşiyê ye bo kurdan û her kesek jî girêdayî destûrê be li gel wan dibin."


Ev nivîs 210808 car hatiye xwendin.