Telefona berîkê dikare stûyê we seqet bike
Dema mirov bo demeke dirêj di heman posîzyonê (halî) de bimîne û telefon an tabletê bikarbîne, bo demeke dirêj bê tevger bimîne, dibe sedema ku stûyê mirov biêÅŸe. Pispor jî di vê babetê de, bi taybetî ciwan û zarokan hiÅŸyar dikin.
Pisporê tedawiya fîzîkê (laÅŸî) Dr.Huseyn Avni Çöl dibêje k udi demên dawiyê de yên ku bi giliyên êÅŸa piÅŸtê û stûyên xwe serdana nexweÅŸxanê dikin zêde bûne û weha dewam dike:
“Van gilîyên han bi taybetî ji kesên gênc û dixebitin tên kirin. Ji ber di ofîsan de xebatên zêde dikin. Nîzama wan ya ofîsan bê ser û berin. Bikaranîna telefonên berîkê û tabletan dibe sedem ku di nava demê de êÅŸa piÅŸtê û stûyê mirov zêdetir dibin. Li gor taybetmendiya anatomiya mirov, edaleyên erçena mirov û stû ew çend bipêÅŸketine. Eger bo demeke dirêj mirov telefonê bikarbîne, serê xwe xwar bike, ji barê stûyê mirov zêdetir bar tê ser stû. Dema edaleyên erçena mirovî zêde qels dibin, êÅŸamirov zêde dibe. Tevî mirov bi demeke dirêj tedawitya xwe jî dike, êÅŸ nasekine. TiÅŸtê ku mirov dikare bike ew e ku mirov van cîhazan kêm bikarbîne û daîma navber bide xebata bi wan.”
Eger bo demên dirêj bên bikaranîn, dibe ku ev êÅŸ bibe daîmî. Çöl, di vê mijarê de, bi taybetî ji bo yên ku bi telefonê axaftina dirêj dikin dibêje:
“Mirov dikare bi bihîstokê biaxife. An dema telefon di deste te ye rastê de be,biber guhê xwe ye çepê, an jî bi eksa wê bike. Belkî ev kiryar êÅŸa te ya piÅŸtê û stû kêm bike. Eger çareseriya bi temamî dixwazin divê ekezerzîs bên kirin. Din av ekzerzîsan de divê meÅŸ hebe. Ji bilî wê bizavên ku edaleyên stû sist dikin û rihet dikin, divê bênkirin.”
Ev nivîs 211042 car hatiye xwendin.