Termonukleer fuze ya Rûsyayê: Satan 2

Rûsya di hefeyên borî de, fuzeya nukleerî ya ku 10 hezar km menzîla wê heye û navê wê ‘Satan 2’ ye, ceriband.

Li gor beyana ku ji wezareta bergiriya Rûsyaye hatiye kirin, fuze ji herêma Plestek Cosmodromê hatiye avêtin û piÅŸtî 5.8 km çûye gihaye hedefa xwe ya di herêma ceribandinê de.

2 fuzeyên ‘Satan 2’ ku di serê wan de serikên nukleerî hene, di çarçoveya ceribandinê de, ji 2 keÅŸtiyên noqavê hatin avêtin.

Pêr, li bakûrê Rûsyayê, li herêma Salekhardê kesên ku li esmana nihêrtin, komeka tîrêjên rohniyê dîtin. Çapemeniya Rûsyayê got ku dibe ev koma rohniyê, ji ceribandina fuzeyê çêbû be. Berê jî piÅŸtî ceribandineka fuzeyê ya sala 2009ê, rohniyeka spîral li esmanê welatê Norweçê hatibû dîtin.

Fuzeya nuklerî ya bi navê ‘Satan 2’ , ji bombe ya atomê ya ku di dawiya ÅŸerê cîhanê yê duyem de, Amerîka avêtibû bajarên Japonyayê yên bi navên HîroÅŸîma û Nagazakiyê, 2.000 car xurttir e.


Ev nivîs 210853 car hatiye xwendin.