Teroristên DAİŞ’ê 2 hemwelatiyên Kurd dan ber gûleyan...

PeyamaKurd- Bi gor belavkirina malpera Rusî ya Sputnik û teyîd kirina medya Swêd’î, 2 hemwelatiyên Kurd, kû heman demê niştecîyên Swêdî ne û meha 12 ya sala derbazbuyî vegeryabun Kerkuk û ji aliyê çeteyên DAİŞ’ê ve hatibun revandin, berî çend rojan bi gûlebarankirinê hatin kûştin.

Bi gor agahdariya heman çavkaniyê, bazirganekî Kurd yê 50 salî ligel brazayê xwe hatiye kuştin û kuştina wan bi belavkirina vidyoyek hatiye ragihandin.

Herweha rojnameya Swêdî bi navê Express belav kiriye, ku xizm û kesûkarên hemwelatiyên Kurd li rojnameya wan geryane û nuçeya kûştina herdu kesan bi temaşekirina Vidyo yê pişterast kirine.


Ev nivîs 210779 car hatiye xwendin.