Tillerson bang li Tirkiyê kir

Wezîrê karê derve yê Amerîkayê Rex Tillerson, ragihand: "Em ji Tirkiyê weke ÅŸirîkeke xwe yê NATO yê, berya her tiÅŸtî, parastina hevkariyê ya îttîfaqê dixwazin. Îran û Rûsya nikare derfetên aborî û siyasî bide milletê Tirk.”

Tillerson tevli paneleka ku li Wilson Centerê çêbû bû û behsa siyaseta derve ya Amerîkayê heya têkiliyên wan û Tirkiyê tev kir.

Tillerson got ku Îran li Sûriyê û Iraqê her tiÅŸtî xerab dike û li dijî Tehranê li bendene ku welatên Ewrûpayê alîkariya wan bikin. Tillerson weha dewam kir: “Em ji ortaxên xwe yên Ewrûpayê dixwazin ku li hemberê gavên xerab yên Îranê bi me re bin. Rejîma Îranê ne li gor ya rojava ye. Ne Amerîka û ne jî Ewrûpa di hembêza xwe de tehdîda weka Koreyeka Bakûr naxwaze.”


Ev nivîs 210821 car hatiye xwendin.