Tirkiye û Amerîka  hev tehdît dikin
Tirkiye li hemberê tehdîda kirîna sîstema hewayî S-400an got: Eger F-35 nên, wê Kurecik bibe balon. Ji ber ku Tirkiye ji Rûsyaye S-400 an kirî, Amerîka jî ji bo F-35an Tirkiyê tehdit dike. Di rojeva Tirkiyê de jî rakirina radarên Kurecîkê hene ku AN-TPY-2 ne.
Amerîka her roj bêhtir tehdîdên xwe li ser Tirkiyê zêde dike. Amerîka dibêje eger S-400 ji Rûsyayê bên sitendin, peymana balafirên F-35 ku Tirkiye ji Amerîkayê kirîbû lê hêj nehatine teslîm kirin, dê dikeve talûkê.
Eger Tirkiye radarên Kurecîka Malatyayê rake, wê ewlekariya Îsraîlê bikeve talûkê. Ji ber ku radara Kurecîkê di çapa 2 hezar km yî de dikare temamê alavên hewayî piÅŸtî ku bigihên astekê, bibîne. Ev radar li hemberê tehdîdên Îranê hatibûn danîn. Temamê rojavayê axa Îranê heya Tehranê ji radarên Kurecîkê tên kontrolkirin.
Tirkiye difikirî ku heya sala 2030 an ji Amerîkayê 116 heb F-35 bikire ku hinek ji perçên wan ji aliyê TAÄ°-TUSAÅžê ve tên çêkirin.
Ev nivîs 210878 car hatiye xwendin.