Tirkiye çav berdaye Efrînê
Li gor ragihandina Tirkiyê çavdêriya Efrînê û bicîhkirina kontrolê temam bûye.Di pêvajoya pêÅŸ de eger Tirkiye ji xwe re tiÅŸtekî weke tehdit bibîne, wê operasyon bike ser Efrînê.
Tirkiye dibêje ku pêwiste noqteyên kontrolê bên danîn da xelkê Sûriyê dagere warên xwe. Tirkiye dixwaze çawa weka li Îdlîbê kiriye, heman tiÅŸtî li Efrînê bike da xelk dagere malen xwe. Hem di vê mijarê de ji hevpeymanê xwe gazinan dike. Her çiqas Tirkiye behsa penaberan dike jî, ji Efrînê kes heya niha koç nekiriye. Madem ji Efrînê kes koç nekiriye mesele çiye?
Lê esasê meselê ne ew e ku penaber herin ser axa xwe. Tirkiye YPGê weke bahane nîÅŸan dide lê esas hedef di vir de Amerîkaye. Eger Efrîn ji destê YPGê derê, wê ji destê Amerîkayê jî derê. Wê demê xeta Lazkiyê bo Amerîkayê dikeve talûkê. Hem Amerîka di mijara êrîÅŸan de an operasyonan de bo ser YPGê berê weha ragihandibû:
“Eger êrîÅŸ were ser hevkarên me, em ê bersivê bidin.”
Ev nivîs 210822 car hatiye xwendin.