‘Tirkiye ji Amerîkayê xwest ku li Minbîcê leşkerên tirk û ameriki bi hev re bin’

Rex Tillerson Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ku li Tirkiye bi Serokomarê Tirk re civiya, hevdîtina wî û Erdoganî ji dezgehên ragihandinê re girtî bû û ji 3 saetan zêdetir dom kir.

Derheqê hevdîtina herdû aliyan de ji medya re tu agahî nehat ragihandin, lê li gorî nûçeya Reutersê berpirsekî Tirk naveroka herdû aliyan aşkere kir.

Reutersê ku beyanatê dispêre berpirsê tirk,  Tirkiye ji Tillersonî xwestiye ku leşkerên tirk emerîkî bi hev re li Rojhilata Firatê bicih bibin. Li gorî vê Tirkiye ji Amerîkayê xwest ku di şûna YPGê de li Minbîcê leşkerên tirk û ameriki bi hev re cih bigirin.

Berpirsê tirk ragihand ku Amerîka gotiye ku ew dê vê daxwaziya aliyê tirk bînin ber çavan.


Ev nivîs 210790 car hatiye xwendin.