Tirkiye navê Salih Mûslim xist lîsta terorîstan

Wezareta Karên Hundir ya Tirkiyê li lîsteya ku kesên ji ber sûcên terorê tên lêgerîn de, navê Salih Mûslim Lîderê PYDê jî zêde kir. Wezareta Karên Hundir ya Tirk navê Salih Mûslim di lîsta sor de nivîsand û 4 milyon tlyên tirk ji bo xelatkirina muhbîrên Muslimî diyar kir.

Li gorî nûçeya Haberturk a ji medya Tirkiye, Wezareta Karên Hundir ya Tirkiye li lîsta şîn de 44, di lîsta kesk de 26, di lîsta portaqalî de 37, di lîsta gewr de jî 89 kesên dî zêde kir. Tirkiye cara yekê ye di lîsteya sor de cih da navê Salih Mûslim.

Her wiha Lîderê grûba “acilciler” ya THKP-Cyê Mihraç Ural jî di nav lîsta sor de cih girt. Mihraç Uralê ku di komcivîna Soçiyê de  jî hebû, roja 2ê Sibatê derheqê wî de bi bultena sor qerara girtinê hatibû dayîn.

 


Ev nivîs 210824 car hatiye xwendin.