Tirkiye: Ne mimkun e Sûriyeyê hêzên xwe derbasî Efrînê bike
Hêj ku derbasbûna Efrînê ya Artêşa Sûriye di ajansên nûçeya de cih girt û Sûriye ragihand ku dê îro sibê hêzên xwe yên leşkerî ji bo parastina Efrînê bişînin ji aliyê Tirkiye ve daxuyaniya fermî ji aliyê Peyvdarê Hikûmetê ve hat dayîn.
Bekîr Bozdag Peyvdarê Hikûmeta Tirkiye, piştî Desteya Wezîran axivî û derbarê agahiyên ketina hêzên artêşa Sûriyê ya nav Efrînê de got:"Hêzên me yên leşkerî rewşê ji nêzîk ve dişopînin. Li gorî agahiyên ji aliyê wan ve tên edayîn niha hêzên Sûriye qetîyen derbasî Efrînê nebûne û ji xwe ne mimkûn e ku Hikûmeta Sûriyê hêzên xwe yên leşkerî bişîne Efrînê. Eger ev agahî ji bo parastina YPGê be, dê encama vê yekê bibe sebeba felaketek mezin.”
Bozdag ragihand ku operasyona Tirkiye li gorî ku hatiye plankirin berdewam dike û Tirkiye bibiryar e ku ji vê rêyê veger nîne.
Peyvdarê hikûmeta Tirkiyê derheqê ketina artêşa Sûriyê yê Efrînê de jî wiha got:” “Nûçeyên ku dê hêzên rejîmê bikevin Efrînê dûrî rastiyê ne. Li gor agahiyên jêderên me yên ewlekariyê, eger rejîm ji bo parastina YPGê bikeve Efrînê ev dê felaketeke mezin bi xwe re bîne."
Ev nivîs 210795 car hatiye xwendin.