"Tirkiye qanûna navdewletî binpê dike"
Wezîrê Derve yê Fransayê Le Drian xwest ku "Hizbulah di nav de hemû milîsên îranî" ji Sûriyeyê vekişin.
Fransayê bangî Îranê kir ku gelek caran îdîayên şandina çekan bo Hizbullahê red kirine û hebûna wê ya leşkerî li Sûriyeyê heye. Wezîrê Derve ya Fransayê Jean-Yves Le Drian wiha got: "Hizbullah di nav de, divê hemû milîsên îranî" ji Sûriyeyê vekişin.
Le Drian bi televizyona BFM TVyê re û li ser pirsyara bê divê leşkerên tirk ên ku operasyona Efrînê pêk tînin vekişin an na, wezîrê frensî got: "Hemû hêzên ku divê ne li Sûriyeyê bin, milîsên îranî jî tê de, Hizbulah jî tê de, divê ji welatî vekişin."
"Tirkiye qanûna navdewletî binpê dike"
Wezîrê frensî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tirkiye û Îranê li Sûriyeyê qanûna navdewletî bin pê dikin" û hişyarî da Enqereyê ku divê "şerekî li şerî zêde neke."
Ev nivîs 210810 car hatiye xwendin.