Tirkiyeyê gundê Efrinê bombebaran kir
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyeyê gundê Firerî yê girêdayî Cindirêsa Efrînê da ber top û hawanan. Di topbaranê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 8 jî birîndar bûn.
Herwiha duhî herêma Efrînê rastî gelek êrişên topbaranî hat û li gor çavkaniyên herêmê di êrişan de 13 hemwelatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn.
Ev nivîs 210797 car hatiye xwendin.