Trafîka Diplomasî ya şanda Encûmena Nîştîmanî ya Kurd..

Trafîka Diplomasî ya şanda Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Amerîkayê gehîşt astekî grîng. ENKS ligel Berpirsên wezareta Derve ya Amerîkayê rewşa rojavayê Kurdistan, bi taybetî jî li ser rewşa Efrîn û helwesata Amerîkayê derbareya buyerên rojevê giftugo kirin.  

PeyamaKurd-Kamîran Haco serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKS ragihand, ku wan wek şanda ENKS ji her aliyê ve rayedarên Amerikayê agahdar kirine û dîtine, ka çawa pêwîstiya Amerîkiyan bi agahdariya rast û dûrist heye.

Brahîm Biro, serokê berê ya ENKS ku di heman şandê de cîh digre dibêje, „Bi ya min, divê Amerîkî fêm bikin, ku PYD bi tenê nikare nûenertiya siyasî di rojavayê welatê me de bike.  

Ji aliyê din Kamîran Haco, ji kanala K24 radighêne, ku wan sala derbazbuyî jî seredana Amerikayê kiribun û tunebuniya stratejiya Amerika yê piştî DAIŞê dîtibun. Lê vê carê ew dikarin bi şêweyek zelal hest bikin ku Amerikî dixwazin stratejiyek pêkbînin.

Seredana şanda ENKS ji bilî hevdîtinên li wezareta derveyê Amerikayê, ligel dezgehên din berdewame.


Ev nivîs 210801 car hatiye xwendin.