Trump û Merkel rêya telefonê rewşa Sûriyê axivîn

PeyamaKurd - Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê rewşa Sûriyê axivîn.

Hat ragihandin ku wezîran gotine “sedema rewşa Xûtaya Rojhilat Rejima Sûriyê ye.”

Berdevkê hikûmeta Almanyayê Steffen Seibert di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê rewşa Sûriyê axivîn.

Di daxuyaniya nivîskî de hatiye destnîşan kirin ku “deng li Rejima Sûriyê û hevkarên wê Rûsya û Îranê kirine ku lazim e derhal biryara Yekîneyên Ewropa ya di derbarê agir bestê de bi cih bînin.”

Seibert di dewamiya daxuyaniyê de anî ziman ku “Merkel û Trump ji Rûsyayê xwestine ku ji bombekiria Xûtaya Rojhilat vekişe û Rejima Şamê jî îkna bike ku rê li sivîlan vebike.”


Ev nivîs 210787 car hatiye xwendin.