‘Tu ditirsî ku tiştek bi dayîka te were?’

PeyamaKurd - Keça Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, 100 rojin di greva birçîbûnê deye Rojnameger Sabîha Temîzkan, bersiv da pirsa ‘Tu ditirsî ku tiştek bi dayîka te were?’ û got: “Dayika min dê bijî û emê êdî tenê li ser cesaretê biaxivin.”

Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 100'emîn de berdewam dike.

Leyla Guven  bi biryardarî çalakiya xwe berdewam dike, di rojên derbas bûyî de rewşa tenduristiya wê xerab bûbû û rakiribûn nexweşxanê. Lê Guven tedawî qebûl nekiribû. 

Parlementerên HDP’ê yên bi armanca Guven bidin jiyîn li 15 bajaran dest bi meşê kirin, îro gehiştin Amedê. Lê polîs destûr nadin, parlementer biçin ber mala Guven.

Li gel van bûyerên tên jiyîn, keça Guven a rojnameger Sabîha Temîzkan, li ser hesabê medya civakî du parvekirin kirin. 

Sabîha Temîzkan di parvekirinê xwe de ev tişt gotin: “Xwedê dizane dema te ez anim dinê te çiqas êş kişand. Hîna zarokek 17 salî bûm. Min rojên xwişk xeyal dikirin. Dûre em mezin bûn û me êş naskirin. Te serî rakir. Ji ber ku te ez bi pembû dipêçam û dema zarokên te li malê dirazan jî, te destûr ne dida dibin panzêran de biperçiqin. 

Niha hemû kes pirsa Tu ditirsî ku tiştek bi dayîka te were? dike. Dayika min ji bo ku bitirsin canê xwe ne daniye holê, ji bo ku êdî kes bi tirsê nejî canê xwe daye holê! Dayika min dê bijî û em ê êdî tenê li ser cesaretê biaxivin. Bi hêvî #LeylaGuven100Roj.”


Ev nivîs 210730 car hatiye xwendin.