Uzgel: Garantîya Amerîkayê Kurd in
Profesorê Zanîngeha Ankara û nivîskarê Tirk Îlhan Uzgel, di nivîsa xwe ya di Gazeteduvar de li ser rewÅŸa Sûrîyê, Rûsya û Amerîkayê rawestîya û anî zimên ku Amerîka li Sûrîyê mayînde ye û jê dernakeve.
Îlhan Uzgel, di nivîsa xwe de bawer e ku „Rûsya û Amerîkayê li ser Sûrîyê li hev kirine, Amerîka li Sûrîyê mayînde ye û ji bo vê yekê jî xweserîya Kurdan li Sûrîyê ÅŸert e“.
Uzgel, di nivîsa xwe de dibêje: „Destkeftina Amerîka ya herî mezin ew bû ku bi saya serê Kurdan li Sûrîyê bi artêÅŸî bi cîh bû. Bi vî awayî, ji dema ÅŸerê sar û heta niha cara yekem e ku li welatekî nêzîkî Rûsyayê 10 baregehan ava dike. Êdî eÅŸkere ye ku piÅŸtî ÅŸerê ÎÅžÎDê jî wê ew baregehên leÅŸkirî li Rojavayê Feratê bimînin. TiÅŸtê ku mayîndeya Amerîkayê li Sûrîyê garantî û misoger dike jî xweserîyek e. Amerîka di vê derbarê de pir hesas û zîz e û ji ber vê ye ku giranîya xwe dide HDS“.
Li gor Îlhan Uzgel, heke Amerîka dev ji Kurdên Sûrîyê berde, wê li Rojhilata navîn derbek mezin bixwe û wendabûnek mezin bijî û dibêje: „Åžert û mercên senaryoya ku Amerîkayê li Iraqê anî serê Kurdan, li Sûrîyê ne mimkin e. Ango, di bin ÅŸert û mercên îro de Amerîka nikare terka Kurdên Sûrîyê bike. Li Sûrîyê hebûna Amerîkayê bi xweserîya Kurdan ve girêdayî ye û di ÅŸertên îro de Amerîka nikare dev ji van destkeftîyên xwe yên stratejîk berde. Heke Amerîka li Sûrîyê terka Kurdan û destkeftîyên xwe yên stratejîk berde, wê li hember Rûsya û Îranê bi temamî têk biçe“.
Z.B
Ev nivîs 210828 car hatiye xwendin.