Washington, Kurdistan di Rojhilata Navînê de...
Mesrur Barzani, „Herêma Kurdistan erkên ser milê xwe cîbecî kiriye û nuha divê Bexda bersiva me bide. Iraq divê mûçeyên fermanberan bide û qedexeya ser Firokexaneyên herêma Kurdistanê jibo geştên navnetewî rake.“
PeyamaKurd-Şêwirmendê encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di seredana xwe ya Amerikayê de hevditinên gring pêk dihêne. Di van hevdîtinan de tekez li ser berdewamiya pêwendiyên Amerika û herêma Kurdistan tê kirin ji ber ku herêma Kurdistanê faktorek grînge di Rojhilata Navînê de.
Masrur Barzanî, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di Preskonferansekî de got, „Armanca seredana me gotûbêjkirin li ser çend pirsên giring wek pêwendiyên me li gel Amerîka û rewşa nuha ya Îraqê herweha danûstandinên me li gel Bexdayê ye. Derbareya van pirsan de ta nuha me çendîn kombun li gel rayadarên koşka sipî wek rawêjkarê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê û li gel berpirsên wezareta derve ya Amerîkayê pêkanî“
Barzanî di wan hevdîtinan de ji rayedarên Amerikayê re aşkere dike, ku herêma Kurdistanê pabende jibo çareserkirina problemên di navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçeweya destura Iraqê de û herêma Kurdistan di vî warî de erkên ser milê xwe cîbecî kiriye û nuha divê Bexda bersiva wan bide. Iraq divê mûçeyên fermanberan bide û qedexeya ser Firokexaneyên herêma Kurdistanê jibo geştên navnetewî rake.
Li ser vê yekê rayedarên Amerikayê amadebuniya xwe jibo çareserkirina probleman anîne ziman.
Ev nivîs 210807 car hatiye xwendin.