Werzîşvana kurd bi serkeftina xwe bextewraî xiste dilê jinên Kurdistan
Li bajarê Silêmaniyê, keça bi navê Sozê DilÅŸad ya 20 salî bi sedan biskilêt li parka Hewarî Åžar li bin banekî xweÅŸik û bi perdeyeke ji gulên binefÅŸê hatiye xemilandin bi cih kirin.
Peyamnêra Spûtnîkê Sozê DilÅŸadê dît ku werziÅŸvaneke berê ya tîma Iraqê ye û ÅŸampyona Iraq û ereban e bo 8 salan. DilÅŸadê ji me re behsa projeya xwe ya li bajarê Silêmaniyê daye destpêkirin kir.
Sozê DilÅŸad derbarê projeya xwe de wiha dibêje: "Min xwest projeya siwarhatina li biskilêtan pêk bînin ji ber ku jê hez dikin û ajovanek in û herwiha hez dikim ku keç biskilêtan biajon û têkevin jiyana werziÅŸê.
Sozê di berdewamiya axiftina xwe de diyar kir ku wan kariye cihê guncav û taybet peyda bikin ji bo wan kesên dixwazin biskilêtan biajon, ji ber gelek hene ku naxwazin biskilêtan li cihên giÅŸtî biajon ji tirsa ku qezayan bikin ji ber tirimbêlan.
Herwiha WerziÅŸvana kurd diyar kir hinek biskilêtan nakiririn ji ber ditirsin werin dizîn û hinekên din hene ku nikarin biajon ji ber nerîna dijber ki ajotina biskilêtan li Herêma Kurdistanê.
Sozê DilÅŸada ku li bajarê Silêmaniyê xwendekara qonaxa sisiyan a fakûlteya werziÅŸê û herwiha karmenda Daîreya Koçberî û Koçberan e diyar kir ku sedema cihekî dûrî tirimbêlan bijartiye ew e daku jin bêtirs û astengî û bi kêfcweÅŸî biskilêtan biajon.
Ji aliyê din ve, Sozê diyar dike ku yek ji armancên projeya wê jî ew e ku xelkê teÅŸwîq bike ku biskilêtan di jiyana xwe de bi kar bînin daku heytehût, qereblaixÎ û gemara tirimbêlan kêm bikin û jîngehê biparêzin.
Sozê destnîÅŸan kir ku dixwaze biskilêtan bi kirê bide, ne ku bifiroÅŸe û buhayiya kirêdana biskilêtan eÅŸkere kir û got: Kirêya biskilêtekî bo nîv saetê 3 hezar dînarê iraqî ye û saetek jî bi 5 hezaran e û herwiha a rojane heye ku ajokar dikare biskilêt bo mehekê bi 100 hezar dînarî her rojê saetekê biajo.
WerziÅŸvana kurd diyar kirku herwiha zarok û ciwana perwerde dike ku hînî ajotina biskilêtan bibe û buhayiya wê 50 hezar bo mezinan û 25 hezar bo zarokan.
Sozê 17 medalye di ajotina biskilêtan de bi dest xistin ku 2 ji wan zêrîn in û yên din jî zîv û bornz in. Herwiha weziÅŸvana kurd her giringiyê didê ku her bi kincên xwe yên werziÅŸê yên herî xweÅŸik li cihê karî be.
Derbarê hejmara jinên ku tên li biskilêtan siwar dihên de, Sozê DilÅŸadê diyar kir ku gelek jin tên û tev li vê werziÅŸê dibin.
Ev nivîs 210871 car hatiye xwendin.