Wezîrê Derve yê Fransayê daxwaz kir ku civata ewlekariya navdewletî bi awayekî lezgîn bicive

Lîbyayê hejmareke koçberên Afrîqî weke kole têne firotin, egera wê yekê tê gotûbêjkirin ku cezayên giran li hikûmeta Lîbyayê bêne birîn.

Di wê vîdyoyê de derketiye ku hejmareke koçberên Afrîqî ku xwestinê bi rêka Lîbyayê xwe bigihînin welatên Ewropî, weke koleyan têne firotin û vê yekê jî nerazîbûneke mezin li pêy xwe anî.

Civata ewlekariya navdewletî jî biryarek derxist û daxwaz ji wan welatan kir ku bazirganiya mirovan û koletî weke rêbazekê bikar tînin û ragihand ku divê demildest ew pirsgirêk bê çareserkirin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jan Ev Lodrian jî ragihandiye ku divê helwestên dijwartir li hemberî wan kiryaran bêne nîÅŸandan û daxwaz jî kir ku civata ewlekariya navdewletî bi awayekî lezgîn bicive û rewÅŸa mirovî ya li Lîbyayê bi berfirehî gotûbêj bike. 

 

M.E


Ev nivîs 210836 car hatiye xwendin.