Wezîrê Karê Derve yê Brîtanya nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şand
Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Brîtanya Boris Johnson ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re name ÅŸand û tê de ragihand, ku hewleke ciddî ji bo çareserkirina nakokiyên Hewlêr-Bexdayê li ser bingeha Destûra Iraqê heye.
Îro ÇarÅŸema 22ê Mijdarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêÅŸwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Hon Wilks kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Balyozê Brîtanyayê di vê hevdîtinê de nameya Wezîrê Derve yê wî welatî Boris Johnosn gihande Nêçîrvan Barzanî, ku têde destxweÅŸî li hewlên Herêma Kurdistanê yên bo aramkirina aloziyên li gel hikûmeta federal a Iraqê, bi armanca destpêkirina gotûbêjan ji bo çareserkirina nakokiyan dike.
Johnson herwiha gotiye, ku Brîtanya li ser heman awasteya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berdewam dibe li ser hewlên xwe.
Boris Johnson tekez kiriye, ku hewleke ciddî heye bo destpêkirina gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê bi armanca çareserkirina nakokiyên her du aliyan li gorî Destûrê.
Wezîrê Derve yê Brîtanya piÅŸtgiriya Brîtanyayê bo serxistina proseya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê jî nîÅŸan daye.
Di hevdîtinê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Telabanî jî tê de amade bûbû, Balyozê Brîtanyayê behsa hevdîtinên xwe yên dawî li Iraqê û rewÅŸa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û amaje bi hewlên welatê xwe yên jib o çareserkirina nakokiyên navbera her du aliyan jî kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di hevdîtinê de spasiya Wezîrê Derve yê Brîtanyayê kir û ragihand, ku Herêma Kurdistanê berdewam hewl daye nakokiyn bi rêya diyalogê bihêne çareserkirin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji dostên Herêma Kurdistanê jî kir, ku di hewlên berdewam de bin ji bo xweÅŸkirina zemîneya diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Ev nivîs 210820 car hatiye xwendin.